Fîdan Ataselîm: Em jin karin vê rêveçûnê bisekinînin
Fîdan Ataselîm anî ziman ku ji bo guhertinê hîn hêzeke girîng heye û bang li jinan kir ku di 28'ê Gulanê de ji bo bidawîkirina pergala şexs dengê xwe bidin.
Fîdan Ataselîm anî ziman ku ji bo guhertinê hîn hêzeke girîng heye û bang li jinan kir ku di 28'ê Gulanê de ji bo bidawîkirina pergala şexs dengê xwe bidin.
Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê tenê çend roj man. Ji bo tûra duyemîn bang li her beşên civakê tê kirin ku dengê xwe bi kar bîne. Sekretera Giştî ya platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' Fîdan Ataselîm bal kişand ser wê metirsiyê ku partiyên mîna HUDA PAR û Yenîden Refah ên êrîşî destketiyên jinan dikin wê li meclîsê bêne temsîlkirin û destnîşan kir ku tûra duyemîn a hilbijartinê gelekî girîng e.
ERDOGAN DI TÛRA DESTPÊKÊ DE NEKARÎ BI SER BIKEVE
Fîdan Ataselîm bi bîr xist ku Erdogan di tûra destpêkê de nekarî bi ser bikeve û got, "Lê belê hilbijartinên parlamenteriyê di 14'ê Gulanê de qediyan. Li gorî tabloya encamê mixabin 4 namzetên HUDA PAR'ê ji lîsteyên AKP'ê bûn parlamenter. Ji Partiya Yenîden Refahê jî 5 namzet bûn parlamenter. MHP'ê rêjeya dengên xwe zêde kir. Ev tablo nîşan dide ku em bi meclîsa herî paşverû ya dîrokê re rû bi rû ne.
Eger bi soza tunekirina mafên jinan karin dengan werbigirin, divê em li ser vê meseleyê bifikirin. Sedema herî girîng a vê yekê jî polîtîkayên desthilatdariya siyasî yên dijminatiya li jinan e. Ji xwe Tifaqa Cûmhûr hemû li hev kom kir û ev yek gihand asta herî bilind. Yên ku bûn sedema mirina Konca Kûrîş, feraseta kuştina jinê, feraseta yên dibêjin bila 6284 bê rakirin, feraseta yên tundiyê li jinê dikin û dibêjin 'tiştek nabe, mêrê wê ye, lê jî dixe jê hez jî dike', jin êdî divê tenê li hin deverên diyarkirî bin, feraseta yên ku dibêjin bila perwerdeya tevlîhev ji holê bê rakirin êdî li meclîsê têne temsîlkirin û ne tenê bi kesekî tê temsîlkirin.
DIVÊ DENG JI KILIÇDAROGLÛ RE BÊNE DAYIN
Fîdan Ataselîm anî ziman ku ji ber vê rewşê divê jin tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê gelekî girîng bibînin û destnîşan kir ku encam çi dibe bila bibe wê têkoşîna wan neqede. Ataselîm got, "Belê rewşeke metirsîdar e. Lê belê em karin li cihekî bidin sekinandin. Ji bo hevsengî bê çêkirin. Derfeta herî girîng a di destê me de ew e ku nehêlin Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser bikeve. Divê em pergala şexsekî têk bibin. Lewma jî di 28'ê Gulanê de divê em dengê xwe bidin Kiliçdaroglû."
Fîdan Ataselîm di heman demê de bang li jinan hemûyan kir ku xwe bi rêxistin bikin.